• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nakokîyên Amerîka û Rusiya li Ser Surîyeyê Berdewamin

Nakokîyên Amerîka û Rusiya li Ser Surîyeyê Berdewamin
Serokê Amerîka Barak Obama û serokê Rusiya Velademîr Potîn di navbera konfransa wealtên grûpa 8 li Îrlendayê bi hev re dîdar kirin û di kombûnekê de basa rewşa Surîyeyê kirin. Piştî kombûnê Obama û Potîn ragihandin, ku cîyawazîya nerînên her du alîyan li ser Surîyeyê berdewame, lê her du dewlet dixwazin tundûtîjî û şerê li Surîyeyê bi dawî bihê.


Li Îrlendaya Bakûr, 8 welatên xwedan mezintirîn aborîyên cîhanê ku bi G8 dihên naskirin, bi hev re kom bûne da ku di baerayê mijarên girîngên cîhanê û mijarên girîng bo welatên endam bi hev re gengeşe û guftûgo bikin. Her di navbera birêveçûna kombûna koma G8, Barak Obama serokê Amerîka û Velademîr Potîn serokê Rusiya bi hev re kom bûn.

Obama û Potîn di dîdareke duqolî de ku bo maweya du demjimêran berdewam bûye, guftûgo lis er rewşa Surîyeê û dawî anîna bi qyerana ewî welatî kirin. Di konfransa rojnamevanîya hevbeş a piştî evê dîdarê de, Potîn serokê Rusiya tekez kir, ku helwêstên wan weke hev nine, lê mebesta her du dewletan dawî anîna bi tundûtîjî û çareserîyeke aştîyane ya qeyrana Surîyeyê û ji wan sazkirina konfransa duyem a Jenev´ê ye.

Barak Oabama jî di evê konfransa rojnamevanî de ragihand, ku her du dewlet komîteyên xwe rasipardine ku berdewam bin li s er hewlên xwe bo rêkxistina konfransa aştîya Jenev bo vedîtina çareserîyekê di navbera dewleta Surîye û opozisiyona Surîyeyê de.
Top