• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi wezareta tendirustî ya hikûmeta Kurdistanê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi wezareta tendirustî ya hikûmeta Kurdistanê re civiya
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi Wezîr û Berpirsên wezareta tendirustî ya hikûmeta Kurdistanê re civiya.

Di civîna han de ku, Sendîkayên tendirustî û pijişkî jî tê de beşdarbûn, Serokwezîrê Kurdistanê behsa girîngiya hebûna burdekî tendirustî bo wenêrîn û çavdêrî kirina kar û çalakî û xizmetgozariyên tendirustî li Kurdistanê de kir û got; Dibe armanc ji vê burda han gehandina asta xizmetgozariyên tendirustî bi standardên cîhaniye.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, li warê tendirustî de li Kurdistanê de du cur kêşeyên girîng ber çav dikevin, curek ji wan kêşeyan kêşeyên vê demê ne û pêdeviya wan bi çareseriya lezgîn heye û cureke din jî kêşeyên demdirêjin û bo çareser kirina wan jî pêdeviya me bi bername û planeke zanistî heye.
Top