Wezîrê AKP: Ji vê saatê, yên li Parka Gezî terorîstin
Wezîrê Tirk yê AKP`lî, Egmen Bagiş li şeva 15/6 di çavpêkeftinekê li gel kanala A haberê bi telefonê beşdar bû û li ser operasyona hêzên ewlekariyê ya qada Taksîmê û Parka Gezî axivî.
Bagiş weha pêde çû: Hemû welatiyên me yên ku îro destekê didin van çalakiyan ez rica ji wan dikim ku vegerin malên xwe.
Wezîrê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewrupayê got: Ji vê demjimêrê û şûnve ewê li wir (Parka Gezî) bê dîtin her kî dibe bila bibe, mixabin dewlet mecbûre wan wek endamên rêxistina terorê lê binêre.
Ji aliyê xwe parlemantoya Yekîtiya Ewrupayê bi tundî ew daxuyaniyên wezîr Egmen Bagiş rexne kir.
Ev daxuyaniya wezîrê Tirkiyê, piştî ku duh 15/6, danê şevê hêzên ewlekatiyê yê Tirkiyê hêriş birin ser xwepêşderên Parka Gezî ku ev 19 rojin li berxwe didin û bi gaza firmêskrêj û ava şid li hemberî xwepêşanderan bikaranîn hatiye.
Xendan
