• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên îro ya Iraqê şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên îro ya Iraqê şermezar kir
Roja yekşem 16 Hezîrana 2013 zîncîre teqînek û kirdarên terorîstî li çend bajar û navçeyekî Iraqê rûda û li encamê da dehan kes şehîd û hejmarekî zêdeyê welatiyên bêtawan birîndar bûn.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî wan kirdarên terorîstiyan şermezar dike, serxweşî li kesukarê şehîdan dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê zîncîre teqînê dixwazîn, daxwaz jî dikîn bi zûtirîn dem encamderên wan tawanan radestî yasayê bêne kirin. Bilindbûna rêjeya kirdara terorîstî û aloztirbûna rewşa emnî li çend mehên derbasbûyî de balkişandineke metirsîdare û ji dam û dezgehên pêwendîdaran tê xwestin bi bername û mekanîzmeke nû ve kar ji bo parastina canê welatiyan û aramiyê bikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16/06/2013
Top