• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sala 2014, Iraq dê Rojane 4.5 Milyon Bermîl Petrol Berhem Bihîne

Sala 2014, Iraq dê Rojane 4.5 Milyon Bermîl Petrol Berhem Bihîne
Berpirsekî bilindê Iraqê derbarê pilana welatê xwe bo berhemanîna petrolê eşkere kir kû, armanca wan ewe kû heta sala 2014 berhemê rojaneya petorla Iraqê bigihêje 4.5 milyon bermîlan.


Niha Iraq rojane, 3.5 Milyon bermîl Petrol berhem tîne.

Li gorî raporteke ajansa Reutersê, Tamir Xudbanî rawêjkarê Nurî Malikî serok wezîrên Iraqê bo karûbarê Wuze, eşkere kir kû, armanca Bexdadê ewe heta sala 2020 berhemhênana Petrolê bighêje 9 Milyon Bermîlan di rojekî de.

Li gorlî pilana sitratejiya Niştîmanî di biwarê wizeyê de, Iraq heta sala 2030 pêwîstiya wê bi 620 milyar dolar heye kû karê weberhênana bi mebestê pêşxistina beşa pîşesaziya di kerta Petrol û Gazê de bike.

Iraq li ser asta Cîhanê bo petrola Yedek di pileya çaremîn de tê, li gorî nûtirîn pîvanê xwediê 143.1 milyar bermîl petrola yedeke.
Top