• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesûd Barzanî serdana Rûsyayê dike

Mesûd Barzanî serdana Rûsyayê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo tevlî konferansa aborî ya Sanbitrsborg bibe, serdana Rûsyayê dike.

Çavkaniyek ji serokatiya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê di rojên bê de serdana Rûsyayê bike. Armanca serdanê jî ew e ku beşdarî Kongreya Aboriya Cîhanê ya Sanbitrsborg bibe.”

Li gor çavkaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, ev cara yekemîne ku berpirsên kurd ji bo wê kongreyê tên vexwendin, ev jî wekî kongreya Davos ê û ‘Bi taybet jî Mesûd Barzanî hatiye vexwendin.’

Kongre 19ê mehê tê lidarxistin. Wê gelek kesayetiyên giring û serokê welatan beşdar bibin. Li gor çavkaniya Rûdawê, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî hatiye vexwendin.
Top