• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir
Li roja şemî 15.06.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêt Makgork Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka pêşwaziya wan hengavan kir ku ji bo çareserkirina kêşeyên Herêm û Bexdayê de hatine avêtin û serdana Serok Wezîrê Iraqê ya Hewlêrê jî bi girîng wesif kir û hêvî jî xwest ku kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de zûtir bêne çareser kirin. Di derbarê pêvajoya emniya Iraqê jî Birêt Makgork gumana xwe li hember wê yekê ragihand ku rêjeya kirdara terorîstî li Iraqê da ji meha derbasbûyî zêdetir bilindbûye û ji bo rêgirtina wê diyardeyê bi pêwîstî zanî pêvajoya siyasî çalaktir bibê û her du alî zêdetir nêzîkî hevdû bibin û daxwaz li Serok Barzanî jî kir ku yarmetiya pêvajoya hevdû nêzîkbûna aliyan bide.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku guftûgo û rêkkeftin karekî başe lê belê bi wê mercê ku rêkkeftin bixin warê bi cîhkirinê û kar pê bête kirin û ji bo destpêkê jî pêwîste Hikûmeta Federal hengavên kirdarî bavêjê û li cîhek dest bi çareserkirina kêşeyan û çalakkirina lîjneyan bike. Her wiha Serok Barzanî amadehiya xwe jî ragihand ku yarmetiya pêvajoya siyasî bide eger hemû aliyan de ew bawerî dirust bûbê ku divê kêşe bêne çareserkirin.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û rewşa jiyana penaberên Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî li yarmetîdan û girîngîdana rewşa jiyana koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê bi kêmterxem zanî. Şanda mîhvan ji bilî destxweşî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo yarmetîdana koçberên Sûriye amadehiya welatê xwe ji bo yarmetîdana koçberan ragihand û gihandina peyama Serok Barzanî ya civaka navdewletî ku li beranber koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê kêmterxem bûne.
Top