Dadgeha Iraqê fermana girtina parlamenterekî iraqî da
Televîzyona El Iraqiye ya Iraqê ku nîvfermî ye, ji zarê parlamenterê lîsteya Ehrar a Iraqê Qusey Suhêl ragihand ku fermana girtina Heyder Mola hatiye dayîn.
Derheqê sedema vê yekê de Qusey Suhêl ku girêdayî tevgera Sedr e, diyar kir ku Mola bi komkirina îmzeyên sexte yên parlamenteran ji bo lêpirsîna digel wezîrê xwendina bilind ê Iraqê Elî Edîb hatiye tohmetbarkirin û ji ber wê jî fermana girtina wî ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn.
Elî Edîb ku wezîrê xwendina bilind a Iraqê ye, di heman demê de cîgirê serokê partiya Deiwe ya Iraqê ye jî. Serokê partiya Deiwe Nûrî Malikî ye ku di heman demê de serokwezîr e jî.
Rudaw
