Piştî wê yekê ku 25.05.2013 an de birêz Serokê Herêma Kurdistanê li rêya nameyek daxwaz ji hemû partî û aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê yekê têbînî û pêşniyarên xwe yê li ser projeya destûra Herêma Kurdistanê ji bo Serokayetiya Herêma Kurdistanê bişînin, hemû partî û aliyan bersîva nameya Serokê Herêmê dane û birêz Serokê Herêmê jî li rêya nameyekî fermî ve têbînî û pêşniyarên hemû partî û aliyê siyasiyan pêşkêşî Serokayetiya Parlemanê kiriye bo ku Serokayetiya Parleman li gel nûnerên partî û aliyê siyasiyan û endamên lîjneya amadekirina projeya destûra Herêma Kurdistanê rûnin û wan pêşniyar û têbîniyan binirxînin bo ku bi kodengiyeke tevahiya aliyan li ser meseleya projeya destûr bigihin encamek.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13.06.2013