Catherine Ashton serdana Kurdistanê dike
Di hevdîtineke de çendîn babet û mêjarên girîng yên girêdayî bi peyvendiyên navbera Kurdistan û YEê hatin nirxandin û berpirsê giştî yê karûbarên Rojhilata Navîn a nivîsgeha siyaseta derve ya YEê diyar kir ku, biryare di hefteya pêşiya me de Nunera siyaseta derve ya YEê Catherine Ashton bi mebesta ji nêz ve agehdarbûn ji rewşa Kurdistan û Îraqê vê serdana Hewlêrê bike û bi Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re bicive.
