Leşkerên Tirk êrîşî gundê Efrînê dikin
Li gorî nûçeya ANHA, çavkaniyêkî ji Yekîneyên Parastina Gel destnîşan kiriye ku leşkerên Tirk êrîşî gundê mele Xelîl a navçeya Cindirêsê a ser bi Efrînê kirine û di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê li dijî êrîşê pevçûn di navbera herdû aliyan de rû daye û leşkerên Tirk neçar man ji gund vekşin in.
Ji aliyekî din her duh li derdora gundê Mezreê ya navçeya Şera ya Efrînê pevçûnên di navbera YPG`ê û çekdarên Artêşa Azad berdewambûn.
Li gorî agahiyên ANHA᾿yê li gundê Mereskê, di pevçûnên 2 rojan de zêdî 15 çekdara hatine kuştin û gelek din birîndar bûn. Her wiha otombêlek doşka liser û 2 mal ku çekdaran ji xwe re kiribûn wargeh hatin rûxandin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastian Gel navê 3 şervanên xwe yê li gundê Merskê ya navçeya Şera ya Efrîn di berxwedana li dijî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad jiyana xwe jidest dan ekşker kir.
Li gorî navenda çapemeniyê ya YPG᾿ê navê şervanên 3 şervanên YPG᾿ê ev in:
- Ferîd Ebdela bi nas nav Şoreş. Navê bav: Ehmed. Cih û dîroka jidayîk bûnê: di sala 19871an de li gundê Marta.
- Mezlûm Hesen bi nas nav Kendal. Cih û dîroka jidayîk bûnê: di 4᾿ê çile ya 1991.
- Ciwan Ehmed bi nas nav Çekdar. Navê bav: Mehmûd. Di sala 1990 li gundê Satiyê hatiye dinê.
Hêjayî gotinê ye eve nêzî 12 rojane herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê di bin ambargoya hêzên artêşa azad deye û hemû rê li herêmê hatine girtin û welatiyên Kurd yên li Efrînê di rewşeke gelekî bi zehmet û kêm xwirakî dijîn û rê li pêşiya karesatekî mirovî vedike.
