• Wednesday, 11 February 2026
logo

Artêşa Azad 60 kesên Elewî kuştin

Artêşa Azad 60 kesên Elewî kuştin
Ligor çavkaniyên nşçeyan ,bi behaneya ku ew alîgirên rêjîma Esed in, Artêşa Azad duh 60 welatiyên Şî`e li bajaroka Hatla ya bajarê li Derezor ya li Rojhelata Sûriyê kuştin, lê hikûmeta Sûriyê dibêje ew hemû welatiyên sivîl bûn.

Vîdyoyekê ku di înternetê de hate parve kirin, nîşan dida ku jimareke çakdaran, di destê wan de alên reş yên Îslamî, pîrozbahî dikin.

Çavdêrîya Sûriyê ya Mafên Mirovan got: Artêşa Azad bajaroka Hatla bi tevahî xistiye bin kontrola xwe û çend xanîyên li taxa Şîeyan jî şewitandine.

Ji aliyekî din ve berpirsên pile bilind yên hikûmeta Sûryê, wê hêrişê wek “qirkirinekê bi nav kir.

Xendan
Top