• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê li Dihukê çendîn projeyên girîng vekir

Serokwezîrê Kurdistanê li Dihukê çendîn projeyên girîng vekir
Di çarçoweya serdana xwe bo Parêzgeha Dihukê de Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî li bajarê Dihukê bû û çendîn projeyên girîng yên xizmetgozarî li vê bajarî vekir.

Yekemîn proje ku, hate vekirin projeya damezrandina nexweşxaneyeke taybet bi şêrpence bû û ev nexweşxaneya han nexweşxaneyeke mezine ku, bi qasî 41 miliyon dolar bo çê kirina ev nexweşxaneya han hatiye amadekirin û biryare di nava 900 rojan de were amadekirin.

Tê payîn ku, bi amadebûn û destbikar kirina nexweşxaneya han, bi kiwalitiyeke baş xizmeta nexweşên şêrpence yên deverê û derdorê were kirin û dibe navendeke girîng bo wenêrîna nexweşên şêrpence li deverê.

Pişt re Serokwezîr û heyeta pê re bi awayeke fermî jî nexweşxaneya çavan li Dihukê vekir.

Ev nexweşxaneya han jî li ser bûdceya hikûmet bi qasî 10 miliyon dolaran hatiye damezrandin û xwedan baştirîn û pêşkeftîtirîn alaw û amrazên kontrol kirina çavaye.

Pişt re di civînekî de li gel birêveber û berpirsên nexweşxaneya han de Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji wan kir daku, gelek girîngî bidin sîstema îdarî û paqêjiya nexweşxaneya han biparêzin.

Piştî vê yekê jî Serokwezîr û heyeta pê re navenda sereke ya nû a Şaredariyên deverê jî vekir û ev bînaya han jî bi awayekî fermî dest bi kar kir û Serokwezîrê Kurdistanê di peyvekî de jî daxwaz ji tevahiya stafa navenda han kir daku, di warê cîhbicîh kirina karûbarên welatiyan de gelek hişiyar bin û bilez karên welatiyan cîhbicîh bikin û bi her awayî xizmeta welatiyan bikin û nabe bi ti awayî welatî neçar bibin û cîhbicîh kirina karûbarên xwe demeke dirêj libendê bin.

Piştî vê yekê jî Serokwezîr ligel Parêzgar û birêvebirên îdarî yên Dihukê civiya û di civîna han de rewşa jiyan û rewşa îdarî ya parêzgeha han hate nirxandin û Serokwezîrê Kurdistanê guhdariya daxwaz, rexne û pêşniyarên karmend û berêveberên Deverê kir.

Her di vê civîna han de Parêzgarê Dihukê raportek li ser kêşeyên heyî yên li deverê û çawetiya baştir kirina jiyana xelkê deverê jî pêşkêşî Serokwezîr kir û Serokwezîrê Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe bo Dihukê diyar kir û ragihand ku, me civîneke civata wezîran li Silimaniyeyê çê kiriye û emê civîneke din jî li Dihukê çê bikin.

Serokwerzîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa kêşe û arîşeyên heyî yên û daxwazên xelkê deverê jî kir û ragehand ku, Hikûmet bo çareser kirina wan kêşe û arîşeyan hewl dide.
Top