• Wednesday, 11 February 2026
logo

DBK`ê bo Kurdistaniyan: Bi hawara Efrînê ve biçin

DBK`ê bo Kurdistaniyan: Bi hawara Efrînê ve biçin
Desteya Bilind a Kurd bi daxuyaniyekê, bang li gelê Kurd li derveyî welat kir da ku pişgirtiya Kurdên Efrîn ku ji aliyê komên çekdar ve hatine dorpêçkirin bikin.

Di daxuyaniyê de ku wêneyek ji Xendanê re hatiye şandin, Desteya Bilind a Kurd ji Kurdistanêyên her çar perçeyên Kuridistanê daxwaz dike ku bi yek dengî alîkariyên madî û menewî bi Kurdên li Efrînê ku niha li dijî komên çete berxwedanê dikin bikin.

Desteya Bilind di daxuyaniyê de hate weha gotiye:᾿̓ Herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê rastî şerekî hovane tê, her weha hem ji aliyê rêjîma Be`sê û hem jî ji aliyê komên çekdar ên dibin navê artêşa azad de tevdigerin ambargo li ser Efrînê hatiye danîn.

DBK`ê, di berdewama daxuyaniyê de aşkira dike ku, li Herêma Efrînê zêdetir ji 700 hezar kes jiyan dikin, di nav de zêdeyî 250 hezar penaberên ji ber pevçûnên Helebê û bajarên din malên xwe terek kirine hene.

Her weha Desteya Bilind daxuyaniya xwe weha bidawî kiriye û bang li Kurdistanyên ji her çar perçeyên Kurdistanê hate kirin ku piştgirtiya Kurdên Efrînê ku niha ji aliyên komên çekdar ve hatine dorpêçkirin bikin û alîkariyên lezgîn ên madî û menewî ji bo Efrîn û Kobanê diyar bikin.

Xendan
Top