• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya ahenga roja nîştimaniya Rûsyaya Federal kir

Serokê Herêma Kurdistanê beşdariya ahenga roja nîştimaniya Rûsyaya Federal kir
Duh sêşem 11/06/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê amadeyê wê ahengê bû ku li Konsolgeriya Rûsya li bajarê Hewlêrê bi helkefta roja nîştimaniya Rûsyaya Federal hatibû saz kirin.

Aheng bi amadebûna hejmarek ji nûnerên welatan û berpirsên îdarî û siyasiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû. Li vê rêwresmê de Konsolê Rûsyaya Federal li gotarek de bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û xweşhaliya xwe jî bi amadebûna Serok Barzanî ya li vê helkeftê de derbirî.
Top