• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdistan niha pêdivî bi Mesûd Barzanî ye

Kurdistan niha pêdivî bi  Mesûd Barzanî ye
Sekreterê partiya social demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd ragehand ku, ji bo parastina aramî û tenahiya Kurdistanê û bingehên sereke yên welat ferze ku, Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê be.

Hecî Mehmûd eşkere kir ku, her kesek azade û dikare xwe bo postê Serokatiya Kurdistanê berbijar bike lêbelê Serokatî kirina Kurdistanê bi tenê bi qise û gotinan nabe, bo nimûne gelo kes dikare sibê aramî û tenahiya Kurdistanê weke îro biparêze?

Lewre ez wisa difikirim ku, bo pêvajoya niha ya Kurdistanê ti kesek ji Mesûd Barzanî baştir nikare bi başî Serokatiya Kurdistanê bike.
Top