Serok Barzanî beşdariya merasima roja serbixweyiya Ordinê kir
Di merasima han de ku, Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê jî têde beşdarbûn konsolosê Ordinê peyvek pêşkêş kir û behsa roja serbixweyiya vê welatî kir.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rola Serok Barzanî û Şah Ebdulahê Ordinê ya ji bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de kir û ragihand ku, di encama başbûna peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de hijmareke zêde ji kompanî û pîşesazên Ordinê li Kurdistanê de kar dikin.
Çavkanî ev yek jî bi bîr anî ku, Eman yekemîn welat bû ku, deriya asmanî bo Kurdistanê vekir.
Pişt re jî Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe a li hember beşdarî kirina xwe di merasima bîranîna roja serbixweyiya Ordinê de diyar kir û pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Şahê Ordin û gelê vê wlatî kir û hêviya tendirostî jî bo Şah Ebdulah xwest.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Ordinê de jî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, peyvendiyên han bibin nimûneya peyvendiyên welatên dost.
