Serok Barzanî bi Pêşmergeyên her du Şoreşên Gulan û Eylûlê re civiya
Di hevdîtineke de hevdem ligel bixêrhatin kirina wan, Serok Barzanî behsa xebat û keda ev Pêşmerge û kadroyên her du Şoreşên Eylûl û Gulanê piştî raperîna mezin ya sala 1991an kir û got; We û hevalên we di nava pêvajoyên curbicur yên xebata gelê Kurd de roleke gelek girîng lîstine û destkeftên niha jî berhema xwîna Şehîdan û xebat û keda we û hevsengerên we ye ku, bi berdewamî di nava xebat bo rizgariya Kurdistanê de bûne.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Gelê Kurd bi rêzdarî li xebat û rola we dimizîne û ti carî xebata we ji bîr nake û xebat û têkoşîna we jî cêha rêzdariyê ye.
Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta mêwan jî soz da Serok Barzanî ku, hertim di nava xebat û xizmet kirina gelê Kurd û Kurdistanê de bin.
