• Wednesday, 11 February 2026
logo

YPG 2 çekdar li gundê Basil`ê kuştin

YPG 2 çekdar li gundê Basil`ê kuştin
Ligor nûçeyeke Ajansa Hawar (Beşê Erebî), duh êvarê di encma derketina şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar de li gundên Bênê û Cilbir`ê ya nahiya Şêrawa ya herêma Efrîn`ê ku nêzî nîv demjimêrê dewam kir , 2 çekdar hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 20 Kîlogram Heşîş yê hişkirî li gundê Xaltan ya ser bi nahiya Şêrawa ve dîtin û dan ber agir

Hêjayî gotinê ye ku, şerê di navbera grûpên çekdar û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li deverê Cilbir, Bênê û Zyaretê ya nahiya Şêrawa car caran rû didin.

Xendan
Top