• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sezer: Di 7 rojan de 6 polîsan xwe kuştine

Sezer: Di 7 rojan de 6 polîsan xwe kuştine
Serokê Emniyet-Sen (Sendîkaya polîs û hêzên ewlehiyê yên Turkiyê) Farûq Sezer îro (09.06.2013) di heyama beşdarîkirina bernameyek Jurnal ya kenaleke Turkiyê ragihand ku jiber fişarên navxwe û tundûtîjiyên xwenîşanderên Parka Gezî ya bajarê Stenbolê û bajarên din yên Turkiyê polîs “neçar mane” li hemberî hêrişên xwepêşanderan xwe biparêze lê digel vê yekê rastî tundûtîjî û lêpirsînê hatine.

Sezer diyar kir ku hêzên polîs bi şev û bi roj kar dikirin û nedikarîn herin malên xwe ji ber wê jî li nav kolan û li ser erdê xwe dirêj dikirin dema min ew dîmen dîtin dilê min şewitî, jiber vê sedema wê ku pîşeya polîstiyê sivik dibe û sîstema polîstiyê jî tune dibe.

Sezer got: Xwenîşanderan hêrişî polîsan kiriye ku jiber fişarên li ser polîsan di 7 rojên dawîn de 6 polîsan xwe kuştine.

Sezer ji hikûmetê xwest ku rêveberê giştî yê polîsê Stenbolê ji kar bê dûrxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di encama bûyerên di nav xwenîşandanên li Turkiyê de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bibûn, tevî vê yekê hîna xwenîşandan berdewamin.

Xendan
Top