• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Konsolosê Japonê li Îraqê civiyan

Mesrûr Barzanî û Konsolosê Japonê li Îraqê civiyan
Duh Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolosê Japonê yê li Îraqê Masato Takaoka û Konsolosê fexrî yê Japonê yê li Hewlêrê kir.

Di destpêka hevîtinê de Masato Takaoka kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han bo Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û balkêşande ser aramiya heyî ya li Kurdistanê de û diyar kir ku, aramiya heyî ya li Kurdistanê de faktereke girînge bo handana kompaniyên biyanî daku, werin li Kurdistanê de dest bi kar bikin.

Her di derbarê meseleya aramiya Kurdistanê de Takaoka rola civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê jî bi roleke girîng wesif kir û hêviya pêşkeftênên zêdetir ji Kurdistanê re xwest.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, gelê Kurd û gelê Japonê xwedan xalên hevbeş yên di rojên dijwar dene û yek ji wan jî Heroshima û Helebcen û ev ezmûna han ya tirajedîk bo tevahiya gelên cîhanê waneyeke daku, zêdetir handerê aştî û bihevre jiyanê bin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Mesrûr Barzanî jî tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Japon kir û got: Gelê Kurd bi çavê rêzdarî li gelê Japonê dinêre û gelê han bi geleke xwedan wîn dizane jiber ku, kariye piştî ev hemu wêrankariyên han yên jiber şerên sedsala derbasbûyî di demeke kêm de welatê xwe awedan bikin û bibe welatekî pêşkeftî ya li cîhanê de.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku, li vê deverê de jî fêde ji ezmûna Japonê were girtin û behsa pêgeha Kurd li deverê de jî kir û got: Kurdistan ne tenê hewl bo lihev nêz kirina yekrêziya gelên Kurdistanê dide belku, dixwaze bibe faktera sereke ya li hev nêz kirina tevahiya gelên deverê û Kurd di vê warê de xwedan ezmûne jiber ku, Kurdistan cêha bihevre jiyan û lêbûrînê bûye.

Di dawiya civîna han de jî behsa rewşa Sûriyayê hate kirin û Mesrûr Barzanî jî hêvî xwest ku, civata cîhanî bilez bikeve nava tevgeran daku, dawî bi alozî û xwîn rijandina nava Sûriyayê bîne û aştî û aramî jî li deverê belav bibe.
Top