• Wednesday, 11 February 2026
logo

PEJAK bang li Kurdan kir ku hilbijartinan boykot bikin

PEJAK bang li Kurdan kir ku hilbijartinan boykot bikin
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK`ê), derbarê 11`ehemîn xula hilbjartina serokkomariya Îranê ku 8 rojên din dê birêve biçe.

beyanameyek belav kir ku amaje bi wê yekê dike ku piştî vekolîn û pêdaçûna liser rewşa niha ya Îranê aşkera bûye ku ne ji aliyê karbidestên Îranê û ne jî ji aliyê kandîdên beşdarbûyî yên hilbjartinê derbarê pirsa Kurd û demokrasiya li Îranê, tu çareseriyek di holê de nîne û ev helwêst jî, nîşan dide ku bersiva daxaz û pêdiviyên gelê Kurd nadin jiber vê çendê ew hilbjartina serokkomariya Îranê baykut dikin.

PJAK bang li gelê Kurd dike li Îranê deng bi serokkomarê pêşerojê yê Îranê nedin.

Berteka PJAK'ê, di demekê de ye ku hefteya borî, bi rêya nameyeke taybet bo Elî Xameneyî, rêberê Şoreşa Îranê, PJAK'ê daxaz ji wî kiribû ku beriya birêveçûana hilbjartinê helwêsta xwe li hember gelên Îranê û peywendiyên xwe digel gelê Kurd aşkere bike.

Avestakurd
Top