Fûad Hûsên: Em bi civînên vê carê yên ligel Bexdayê keyfxweş in
Fûad Hûsên li firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji nûçegihanê Rûdawê re wiha got: “Em bi serdana şanda Bexda ya bi armanca çareserkirina pirsgirêkan keyfxweş in.”
Hûsên wiha got: “Bi baweriya me di vê serdanê de wê beşek ji pirsgirêkan bên çareserkirin. Ji ber ku ev şanda Bexdayê ne ji qest hatiye, herwiha lijneyên ligel Bexdayê hatine dirûstkirin, wê bi ciddî dest bi kar bikin.”
Îro saet 09.00an serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ligel şandeke wezîrên Iraqê gihişt Hewlêrê. Malikî wê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.
Rudaw
