• Wednesday, 11 February 2026
logo

YPG li Efrîn û Şêxmeqsûd 6 leşker û çekdar kuştin

YPG li Efrîn û Şêxmeqsûd 6 leşker û çekdar kuştin
Li taxa Şêxmeqsûd ya Kurdan, hêzên rêjîma Bees di devera El-Ewarid re hêrîş kirin û hewl dan ku têkevin taxê de, di encama bersiv dayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derket û 3 leşkerên hatin kuştin.

Duh di demjimêrên dawiya şevê de hêzên rêjîma Baas û alîgirên wan ji aliyê El-Ewarid a Şêxmeqsûd êrîşkirin û xwestin bikevin taxê, di encama bersivdayîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûn rû dan, di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de hêzên rêjîmê neçar man ku xwe vekşînin.

Êrîşkarên ku duh xwe vekişandin îro di demjimêrên sibê de careke din ji heman deverê re êrîş kirin û xwestin têkevin taxê de, di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derketin û 3 leşkerên rêjîma Bees hatin kuştin û yek birîndar bû û hêzên rêjîmê û alîgirên wê ne çar man ku paşve vegerin. Blafirên rêjîmê li ser herêmê lêgerînê dikin. Pevçûn li herêmê bi awayekî demdemî didomin.

Ji aliyekî din ve,Li navçeya Efrîn Şêrewa, di encama şerekî navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de 3 çekdar hatin kuştin..

Xendan
Top