Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê kir
Xuşka min a rêzdar xanim Gulten Kişanak
Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya dayika cenabê we gihîşt min. Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe bi we û malbata we ya rêzdar radigihînim û hêvîdarim eve xem û nexweşiya we ya dawî bê û xwedayê mezin xwedê jê raziyê bixe ber dilovaniya xwe û sebirê jî bi we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
08.06.2013
