• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwepêşanderên Enbarê hişiyarî dan Parêzgarê

Xwepêşanderên Enbarê hişiyarî dan Parêzgarê
Xwepêşanderên parêzgeha Enbarê Duh bi awayekî tund parêzgarê vê parêzgehê Qasim Fehdawî hişiyar kirin û gotin: Ew weke xwepêşanderan bi ti awayî qebûl nakin ku, parêzgar komîteyek li ser navê wan pêk bîne û bo danûstandinê bişîne Bexdayê.

Xwepêşander ev yek jî eşkere kirin ku, berpirsê girtina xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve parêzgarê Enbarê ye û vê întîqama wan girtiyan jê bistînin.

Ji aliyeke din ve Pevdarê xwepêşanderê Romadî Enbdulrezaq Şemerî jî diyar kir ku, tevahiya biryarên civata Eşîretên Enbarê bo pêkanîna danûstandinan li gel hikûmetê red dikin.
Top