• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çekdarên nenas hêrîşî Til Eran`ê kirin

Çekdarên nenas hêrîşî Til Eran`ê kirin
Ligor nûçeyek Ajansa Hawarnews, Komeke çekdar hêrîşî BajarokaTil Eran a rojhilatê Heleb`ê kirin ku piraniya şêniyên wê Kurd in kirin. Şervanên Eniya Cebhet El-Ekrad a girêdayî Artêşa Azad bersiva hêrîşê dan.

Koma çekdar girêdayî Hêzên rêjîma Bees û di bin navê Cebhet El-Nesra de kar dikin û beriya niha gelek welatiyên sivîl revandine lê encamên êrîşê nehate hînbûn.

Bajaroka Til Eran li rojhilatî Heleb`ê dikeve û şêniyên wê ku zêdetir ji 30 hezar kes ku pêk tên, piraniya wan kurd in. hêjayî gotinê ye ku beriya çend mehan bajaroka Til Eran ji aliyê hêzên Be`es ve hatiye topbaran kirin û niha ji aliyê çekdarên Cebhet El-Nesra hatiye dorpêçkirin.

Xendan
Top