• Wednesday, 11 February 2026
logo

3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê destpê kir

3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê destpê kir
Duh li Hewlêrê bi amadebûna Nunerê Serok Barzanî û bi beşdariya hijmareke zêde ji parlementer, wezîr û Serokê komeleya dadweriya Îraqê û hijmareke diplomat û nunerên biyanî 3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê destpê kir.

Axaftina vekirinê ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hate pêşkêşkirin û pişt re jî peyama Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî hate xwendin û piştî bi dawî hatina peyama Serok Barzanî çendîn peyam û gotarên din di derbarê girîngiya serbixweyiya dadwerî û serweriya qanûnê de hatin pêşkêşkirin û pişt re jî kongre bi fermî dest bi karên xwe kir.
Top