• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî: Desthilat dibe desthilata qanûnê be

Serok Barzanî: Desthilat dibe desthilata qanûnê be
Bi minasebeta destpê kirina 3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî vê kongreya han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê bexşende û mihiriban

Birêzan endamên 3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê

Amadebûyên hêja xweşk û birayên birêz

Ev demê we baş

Gelek kêfxweşim ku, pergala dadwerî û dezgehên dadwerî li Kurdistanê de rojbiroj bipêş dikevin û kar bo sepandina serweriya qanûn û bihêztir kirina çanda qanûnparêziyê dike.

Kongreya han pêngaveke bo bihêztir kirina bingehên serbixweyiya dadgehan û serbixweyiya qanûn û pêşde birina bêalîbûn di nava dezgehên dadwerî de.

Dadperwerî yek ji bingehên sereke yên dewletbûnê ye û dibe sedema bihêzbûna baweriya navbera welatiyan û desthilata fermanrewa.

Dema ku, baweriya navbera welatiyan û desthilata fermanrewayî bihêz bû vê demê mirov dikare bêje dewleteke dadmend û dewleteke yasayî li welat de heye.

Welatî jî dema ku, ewlekariya wan hebe û welat aram be vê demê dibin xwedan bawerî û dizanin ku, qanûn bêyî cudatî li ser her kesek tê cîhbicîhkirin.

Birêzan



Heta serbixweyiya desthilata dadwerî û serweriya qanûnê neyê sepandin, aramî, pêşdebirin û xez kirin ji welat jî çê nabe, serbixweyiya dadgeh û serweriya qanûnê jî bi diroşmeyan nayê sepandin, pêdeviya xwe bi pêngavên pratîkî heye.c

Cîha kêfxweşiyê ye ku, Kurdistan dest bi avêtina wan pêngavan kiriye û yek ji wan pêngavên girîng jî ew bû ku, di sala 2007an de Parlementoya Kurdistanê qanûna desthilata dadwerî pesend kir û bi vê rengî desthilata dadwerî ji desthilata cîhbicîhkar hate cudakirin û herwiha di sala 2011an de jî akademiya pêgehandina dadweran hate damezrandin, bêgoma ev yek pêngaveke gelek girînge jiber ku, êdî kes nikare dadweran bi awayekî destnîşankirî erkdar bike belku, dadwer bi rêya ezmûn, pêgehandina zanistî û akademî tên erkdarkirin.

Baweriyeke min ya gelek bi hêz bi paşeroja desthilata dadwerî û serbixweyiya tevahiya dezgehên dadwerî û serweriya qanûnê li Kurdistanê de heye, serxwebûna giştî ya dadwerî jî eve ku, dadwer dibe bitenê stuyê xwe bo zanist, wêjdan û naveroka qanûn û mekazagonan xar bike û li gor wan biryar bide û nabe ti kesek bi her awayî destwerdaniya karûbarên dadwerî bike.

Di dawî de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kongreya we dikim, piştgîriya xwe jî bo kongre û cîhbicîh kirina tevahiya biryarên kongreyê pêşkêş dikim û hêviya serkeftinê ji bo tevahiya we û kongreyê dixwazim.

Her şad û serfiraz bin

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî
Top