• Wednesday, 11 February 2026
logo

Emar Elhekîm serdana Mezara Nemiran li Barzanê kir

Emar Elhekîm serdana Mezara Nemiran li Barzanê kir
Di çarçoveya serdana welatiyên Kurdistan û biyanî bo ser Mezara Nemiran ya li devera Barzanê de Duh jî Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Elhekîm tevî hijmarek ji endamê civata bilind ya îslamiya Îraqê serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kir û ji aliyê Nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî xwendina sûreta fatiheyê û danîna deste gul li ser Mezarê Emar Elhekîm peyvek pêşkêş kir û behsa kesayetiya Barzaniyê Nemir û xebat û tokêşîna vî ya li hember zilm û zordariya rejîmên yek li dûv yek yên Îraqê kir.

Heyeta han pişt re serdana Mezara Enfalkiriyên Barzanê jî kir.
Top