• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Amedê 32 Sendîkayên Karker û Kedkaran Xwepêşandan Li Dar Xistin

Li Amedê 32 Sendîkayên Karker û Kedkaran Xwepêşandan Li Dar Xistin
Li Amedê 32 sendîkayên karker û karmendên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên KESK’ê dest ji kar kişandin û xwepêşandan li dar xistin. Karker û karmendan xwest şert û mercên wan ên kar bêne başkirin û mûçeyên wan bêne zêdekirin.

Bi hezaran kes ji 4 milan ve ber bi Qada Deriyê Çiyê ve dest bi meşê kirin û li wir xwepêşandan li dar xistin, daxuyanî dan çapemeniyê. Karmendan dirûşmên “Bijî berxwedana karkeran” berz kirin. Beşdarên xwepêşandanê ji hikûmetê xwestin şert û mercên wan ên kar bêne başkirin, mafên wan ên civakî bêne naskirin û mûçeyên wan bêne zêdekirin.

Di çalakiyê de ji bo serhildanên li dijî hikûmetê yên Stenbol û bajarên din ên Tirkiyeyê jî peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye KESK’ê biryar girt li tevahiya Tirkiyeyê rojek dest ji kar bikişîne û daxuyaniyan bide çapemeniyê. Bi sedan hezar endamên KESK’ê hene û îro li her derê daketin kolanan.
Top