Serokê Herêma Kurdistanê hatina Îsra û Mî'racê li Misilmanan pîroz kir
(Subhanellezî îsra beabdelîlle minel mescîdil heram îlel mesîdil eqsa ellezî barikna hule nuriye min ayetîne îne hulsemîal basîr)
Sadaqallahil azîm
Bi helkefta hatina bîranîna bi rûmeta Îsra û Mî'raca pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (S.X.L), pîrozbahiyekî germ pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û misilmanên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hemû salê ev bîranîn bi xêr û xweşî be û Kurdistan jî herdem avadan û pêşketî bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26 Receb 1434 Koçî
6 Hezîran 2013 Zayînî
