Şervanên opozisyona sûriyê ji Quseyr vekişiyan
Desteyê, di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe li ser toreya civakî wiha got: “Belê, gelî birayan me şerek ji dest da." Lê desteyê diyar kir ku hê jî şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên Artêşa Azad û hezaran çeteyên Libinanî de berdewam e. Şervanên Artêşa Azad ragihandin ku di şer û pevçûnan de 15 çekdarên Hizbûllahê hatine kuştin.
Bajarokê Quseyr, girêdayî bajarê Hûmsê ye. Bajarok xwediyê cihekî stratejîk û girîng e. Zêdetirî 10 rojane ji aliyê artêşa Sûriyê û çekdarên Hizbullahê ve hatibû dorpêç kirin û êrîşên dijwar bi hemû corên çekan di birin ser asêgehên şervanên opozisyonê.
Şervanên opozisyonê, di daxuyaniyek ku gihaye ajansa Reutersê, ragihand ku vekişîna wan ji ber sedema komkojiya mezin ku li ser destên Rejîm û Hizbullah qewimî bû hatiye.
Rudaw
