Rûsya: Kurdên Sûriyê amadene beşdarî Cinêv 2 bike
Wezareta karê derve yê Rûsyayê di beyannamekê de ku duh li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû ragihandiye ku nûnerê taybet yê serokê Rûsya bo Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê derve Mikhael Bogdanov duh 4/6/2013`an li Moskoyê, pêşwaziya şandeke ji Desteya Bilind a Kurdî kir.
Hatiye ragihandin ku di hevdîtina DBK li gel wezareta derve li ser amadekariyên kongireya Cinêv 2 ya derbarê çareseriya qeyrana Sûriyê de hatiye gotûbêj kirin.
Di beyannameyê de hatiye ku: Şanda Desteya Bilind a Kurdî helwesta Rûsyayê bo rawestandina şer û tundûtîjiya û dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê bilind nirxandine.
Beyannameyê teqez li wê yekê kiriye Kurdên Sûriyê amadene bi temamî tevlî prosesa çareseriyê bi rêya diyaloga niştimanî ya Sûrî ya berfereh bibin bo biyarkirina pêşeroja demokratîk ya welat û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku şanda Desteya Bilind a Kurd ku ji her yek li (Salih Mislim, Sînem Mihemed, Ehmed Silêman, Siûd Mele û Îsmaîl Hemê) pêkhatibûn roja 3/6 ji balafirxaneya Hewlêrê ya navdewletî berê xwe dabûn Moskoyê.
Xendan
