• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ji bo kongreya Cenevre 2 civînek tê lidarxistin

Ji bo kongreya Cenevre 2 civînek tê lidarxistin
Tê çaverê kirin ku îro civîneke sê alî di navbera nûnerên Amerîka, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenvre were lidar xistin.

Civîn dê li ser amadekariyên dawî yên kongreya navnetewî ya aştiyê li Sûriyê rawest. Wê helwest û nêrînên hersê aliyan di derbarê çawaniya lidarxistina kongreyê de bên gûftûgokirin.

Moskova û Washington, roja 7ê gulana li ser sazkirina kongreyê li hev kiribûn.

Wezareta derve ya Rûsya ragihand ku herdu cîgirên wezîrê derve Gennady Gatilov û Mikhail Bogdanov dê nûnertiya Rûsya di civînê de bikin.

Ji aliyê din ve nivîsîngeha ragihandina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku cîgirê emîndarê giştî, Jeffrey Feltman û şanderê navneteweyî û erebî, Axzer el-Îbrahîmî dê di civînê de beşdar bibin.

Amerîka û Rûsya hewl didin ku herdu aliyên kêferatê rejîm û opozisyon di kongereyê de beşdar bibin û çareseriyeke siyasî qebûl bikin.

Rejîma Sûriyê diyar kiribû ew wek pirensîp beşdarî kongreya Cenevre 2 bibe, lê hinek merc pêşkêş kiribû.

Opozisyona Sûriyê heta niha ne yek denge li ser beşdariya kongreyê.

Hevpeymaniya Niştimanî beşdariya xwe bi vekişîna çekdarên Hizbullah ji nav xaka Sûriyê û garantiyên rakirina Esed ve girê dide.

Desteya Bilind a Kurd (DBK) ku pirraniya partî û aliyên kurd li xwe digire, biryar daye beşdarî kongreyê bibe. Di serdanek ji bo Moskovayê, şêweyê beşdariya xwe bi rayedarên Rûsya yê re gotûbêj dike.

Hemahengiya Niştimanî ku bi opozisyona hundirî tê naskirin, ji destpêkê ve helwesta xwe diyar kir û got ku dê di kongreyê de beşdar bibe.

Tevî hewldanên herdu aliyên navneteweyî yên ji bo lidarxistina kongreyê, paşxistina dema wê dilgiranî û reşbînî di nav gellek derdorên têkildar de belav kiriye.

Rudaw
Top