• Wednesday, 11 February 2026
logo

Demîrtaş: Pevçûna Navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê li Şirnaxê Derewe

Demîrtaş: Pevçûna Navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê li Şirnaxê Derewe
Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaşd i bareya bûyera duh a li devera Qilaban a ser bi Şirnex´ê ve di navbera PKK û serbazên artêşa Tirkiyeyê de ragihandiye, ku ew ne pevçûn bûye. Demîrtaş diyar kiriye, ku di navbera herdu aliyan de xirecireke biçûk derkevtiye û ev yek dê bandorê li ser pêvajoya aştiyê nake.

Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş piştî axavtina xwe ya di parlamentoyê de, di bareya bûyera duh ali çiyayên Şirnexê ya navbera serbazên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKK´ê de axivî. Artêşa Tirkiyeyê duh angaştibû, ku çekdarên PKK’ê gule bi ser serbazên wan de barandine û di bûyerê de serbazek bi kevirê ku pekiyaye bi sivikî birîndar bûye. Lê Demîrtaş di bersiva xwe ya bo rojnamevanan de di bareya evê bûyerê de got, ku ew yek pevçûn nebûye û di navbera serbazan û PKK’iyan de tenê xirecireke biçûk derketiye.

Selahedîn Demîrtaş herwiha destnîşan kir digel bûyereke biçûk jî bûye xelkê pir tirsandiye lê dê ev yek tu tesîreke xirab li ser pêvajoya vekişînê û aştiyê neke. Hevserokê BDP’ê da zanîn niha êdî dema gavavêtinên demokratîk in û xwest hikûmet destê xwe ji bo guherînên demokratîk lez bike.

Hêjayî gotinê ye çekdarên PKK’ê ji 8’ê gulanê ve dest bi vekişînê kirin û ev vekişîn hê jî didome. Heta duh jî di vekişînê de tu pirsgirêk derneketibûn.
Top