Nêçîrvan Barzanî: Dibe sîstema îdarî were guhertin
Di destpêka civînê de Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê bi navê xwe û bi navê hikûmetê 38mîn salvegera damezrandina yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê pîroz kir û hêviya baştir bûna rewşa tendirostiya Serokkomarê Îraqê mam celal xwest û ragihand ku, hebûna mam Celal di pêvajoya evro ya Îraqê de gelek girîne.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku, hikûmeta Îraqê jî bi mebesta cîhbicîh kirina peymana vê dawî yaku, di navbera heyeta Kurdistanî û hikûmeta Îraqê de hatibû îmzekirin komîteyekî teybetî damezrandiye û ev yek jî nîşaneya helwesteke erênî ya hikûmeta Îraqê ye û got: Em li benda serdana Serokwezîrê Îraqê bo Kurdistanê bûn ku, dibaya pêştir ev serdana han pêk hatiba lê jiber hin kêşe û rewşa Îraqê hatiye paşvexistin.
Di berdewamiya civîna îroyê de pêşnûsa meseleya bi Parêzgeh kirina Helebceyê yaku ji aliyê komîteya taybetî ve hatibû amadekirin kete rojevê û hikûmeta Kurdistanê dest bi nirxandina ev pênûsa han kir.
Di beşeke din ya raporta komîteya han de jî behsa meseleya îdarî, qanûnî û destnîşan kirina sînorên Parêzgeha Helebceyê hatiye kirin û li gorî pêşnûsa komîteyê vê her çar deverên Şarezûr, Helebce, Seyêd Sadiq û Pênciwên dikevin nava sînorên Parêzgeha Helebceyê û navneda Parêzgehê jî bajarê Helebceyê dibe.
Piştî bi dawî hatina giftûgoyan ev pêşnûsa han hate pesendkirin û biryar hate dayîn daku, bo cîhbicîh kirina projeya han biryara hikûmeta fedarl jî were wergirtin.
Di beşeke din ya vê civînê de proje qanûna maf û erkên Nexweşan jî hate nîqaşkirin û piştî giftûgoyeke berfire ev proje qanûna han jî hate qebûlkirin û biryare radestî parlementoya Kurdistanê were kirin.
Di dawiya civînê de Barzanî eşkere kir ku, dibe tevahiya wezîran seran serdana dezgehên ser bi wezaretên xwe bidin û kêşe û kemaniyên wan çareser bikin û got: Dibe desthilatên zêdetir ji Parêzgehan re werin dayîn jiber ku, dabeş kirin û dabezandina desthilatan dibe sedema çareser kirina kêşeyên heyî.
Nav hatî diyar kir ku, kêşeya sereke ya me kêşeya pergala îdariye û ev yek jî bûye sedema kêşeyên gelek zêde lewma dibe ev pergala îdarî were guhertin.
