• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Perwaz Husên Dike

Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Perwaz Husên Dike
Sekreterê ragihandina Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku, Nêçîrvan Barzanî piştgîrî li Hunermenda Kurd Xatû Perwaz Husên dike û destxweşiya wê dike û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.

Çavkanî eşkere kiriye ku, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her di destpêka beşdarî kirina Hunermenda Kurd Perwaz Husên di bernameya areb idol de piştgîriya wê kiriye û hertim wenêrîn bo nûçeyên di derbarê wê de kiriye û niha jî bi gehêştina Perwaz Husên bo vê asta han gelek kêfxweşe û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wê dike.

Sekreterê rojnamewaniya Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku, Barzanî bi rêya kompaniyên telekomê ve hijmareke gelek zêde deng bo Perwaz Husên kom kiriye û ev hevkarî û piştgîriya han vê roleke gelek girîng di bilind kirina asta Perwaz Husên de bilîze.
Top