Hikûmeta AK Partiyê ji Çalakvanên Taksîmê Lêborîn Xwast
Bulent Arinç îro bi Serok komarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul re hevdîtin pêk anî. Arinç li vir bersiva pirsên rojnamevanan da. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç diyar kir, ku ew ji Çalakvanên ku ji bo parastina dar û şînahiyan daketine qadan, lêborînê dixwazin lê ew ji kesên ku zirar û ziyaneke mezin dane derdorê lêborîn naxwazin.
Arinç destnîşan jî kir, ku ew dixwaze şaredarî derbarê parkan de raya xelkê jî werbigre û vê yekê bi referandûmê pêk bihîne. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê herwisa got, ku hin kesên xêrnexwaz bûyerên li Tirkiyeyê dişibînin “Buhara Ereban” û tekez kir: “Hûn çiqas hewl bidin jî tiştekî wisa ne pêkan e. Me ev nav lê nekiriye lê ger hûn li navekî wiha bigerin, ev gelek xelet e. Hûn çima vê naşibînin dagirkirina Wall Streetê?”
Hêjayî gotinê ye Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di kenaleke televîzyonê de pirsên rojnamevanek bersivandibû û li dijî Çalakvanan nerazîbûneke mezin nîşan dabû. Erdogan diyar kiribû, ku ew dê li Parka Geziyê mizgeftekê û saloneke operayê jî çê bikin û dêreke kevnar jî ku li wir veşartî maye, dê derxin ser rûyê erdê.
