Demîrtaş: Dibe Davutoglu hevserokê PYDê vexwîne Enqereyê
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş ji rojnameya Milliyet a Tirkiyê re axivî. Demîrtaş ragihand ku wê di nava vê heftiyê de ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bînin.
Demîrtaş bilêv kir ku bi telefonê ligel wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn axiviye û wiha got: “Min li ser şanda biçe Îmraliyê axivî. Ergîn diyar kir ku dibe di nava vê heftiyê de hevdîtin çêbibe. Hê nav ne diyar in.” Demîrtaş li ser naveroka hevdîtina ligel Ergîn wiha got: “Me di hevdîtinê de li ser mijarên weke, azadiya xwe îfadekirinê, mafê çalakiyan, azadiya çapemeniyê, benda hilbijartinê, Yasaya Tekoşîna li dijî Terorê (TMK), dadgehên rayeya taybet û siyasetvanên girtî axivî. Ev hemû jî sergotarên hevdîtinê ne. Ji bo dîtina çareseriyekê ji bo van mijaran, ji bo her yekê pêwîstî bi demokrasîbûnê heye. Yek ji vane jî ne ji wan daxwazaneye ku tenê girêdayî kurdan be.”
Hevserokê BDPê destnîşan kir ku peywendiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên ligel hikûmeta Tirkiyê encam wergirtine. Demîrtaş ragihand ku wan bihîstiye hevserokê PYDê Salih Mûslim li Misrê bi rayedarên hikûmetê re hatiye ba hev. Demîrtaş di vê derbarê de wiha got: “Me got, em wek BDPê ji bo alîkariyê amadene. Em hê li ser wê xalê ne. Dibe ku wezîrê derve yê Tirkiyê hevserokê PYDê vexwîne Enqereyê û ligel wan hevdîtinekê bike. Ev wê gelek erênî be.”
Rudaw
