NY: Em bûyerên li Taksîmê dişopînin
Xwepêşandanên li hemberî xirabkirina Parka Gezî ya Stenbolê di roja heştemîn de didomin. Gel şeva din jî şeva xwe li parkê derbas kirin. Heta niha zêdetirî hezar kesî di xwepêşandanên li tevayî bajarên Tirkiyê de hatine binçavkirin, bi dehan polîs û welatî jî birîndar bûne.
Piştî Amerîka, Ewrûpa, Rûsya, Fransa, Brîtanya, Sûriye û gelek welatên din, Neteweyên Yekbûyî jî li ser nerazîbûnên li Tirkiyê daxuyaniyek da.
Berdevkê wezareta derve yê Amerîka Jay Carney ragihand ku Koşka Spî bûyerên Taxa Taksîmê dişopîne û wiha got: “Em rast nabînin ku ewqas êrîşên tund li hember daxwazên gel ên aştiyane bên pêkanîn û pêwîste lêkolînek berfireh derheqê tawanbaran de bê vekirin.”
Berdevkê Serokê Rusyayê, Dmitri Peskov jî diyar kir ku li hember bûyerên li Tirkiyê diqewimin welatê wî dilgirane û got: “Lê dîsa ew dimîn pirsgirêk navxwe ya Tirkiyê ye.”
Li ser pirsa, ‘Hûn mûdaxeleya li dijî çalakvanên li meydana Taksîmê dişopînin? Şîroveya we li ser vê yekê heye?’, Martin Nesirky wiha got: “Sekreteriya giştî bûyerên li Tirkiyê ji nêz ve dişopîne. Ger di vî warî de zanyarî ji me re hatin, emê bi we re parve bikin.”
Rudaw
