Qanûna Firokevanîya Iraqê Rêkê Lipêşkevtinên Firokexaneyên Herêma Kurdistanê Digire
Tahîr Ebdullah ji PNA re ragihand, ku ti nûnerekî Kurd di desthilatdarîya firokevanîya Iraqê de nîne û di niha de asîmana Kurdistanê jî li jêr dethilatdarîya Iraqê ye.
Tahîr Ebdullah weha jî dazanîn, ku gerek qanûna firokevanîya Iraqê bihê serrastkirin. Got jî: wan daxwaz ji nûnerên Kurd ên li Baxdadê kiriye, belê heta niha ti nûçeyek di bareya serrastkirina evê qanûnê de nîne.
