• Wednesday, 11 February 2026
logo

Amerîka Patriyot û F16`an dişîne Urdinê

Amerîka Patriyot û F16`an dişîne Urdinê
Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Chak Hagil îro 3/6, duşeme bi armanca rahênanên serbazî yên hevbeş, şandina moşekên patriyotê tevî balafirên şer F16 bo Urdinê erê kir.

Hin jêderan ragihandin ku ew çek dê hetiya bê bi armanca beşdarbûna di rahênanên serbazî ya navdewletî yê bi navê (Şêrê amade) ku vê heyvê birêvediçe dibin.

Li gor berdevkê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê kolonêl T.G.Taylor ragihandiye ku: Ji bo bihêzkirina şiyana berevaniyê ya Urdinê wê hin ji van çekan piştî dawîanîna rahênanên serbazî li ser daxwaza hikûmeta Urdinê dê li ser axa Urdinê bêne hêştin.

Wê jêderê diyar kiriye ku biryara moşekên Patriyot jî, ji br metirsiyên berdewambûna rêjîma Sûriyê bo şandina çekan bo Hizbulahê hatiye.

Hatiye ragihandin ku dûr li rahênanên (Şêrê amade) Amerîka wê 200 pispoên leşkerî yên ser fermandariya giştî ya lîwaya tankan a artêşa Êraqê bo alîkariya artêşa Urdinê ye bo amadebaşî li hemberî her şerekî çaverêkirî dema ku çekên kîmyawî bêne bikaranîne dişînin Urdinê.

Xendan
Top