Azadkirina Ocalan dê aştiyê bo Turkiye bîne
Serokê Koma Civakê Kurdistanê Murad Karayilan di hevpeyvîneke digel kenala Nûçe Tv de ragihand ku, azadkirina Ocalan aştiyê bo Turkiye û azadiyê bo gelê Kurd dê bîne û got çênabe ew kesê ku di demokratîzebûna Turkiye de rola wî ya serekî hebe ku çek bê deng kiribe daku hemû kes di aştiyê de bijî ew di zîndanê de be.
Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî Karayilan ragihand, em dixwazin Rojavayê Kurdistanê bi îradeya xwe tevbigere û destwerdan di karûbarên wan de neyê kirin daku biryarê bi îdareya xwe bidin.
Her weha got: Beşê Rojavayê Kurdistanê biçûktirîn parçeyê Kurdistanê ye lê ew dikare roleke girîng bo parçeyên din yên Kurdistanê bileyîze.
Derbarê şer û pevçûnên li Sûriye û pirsa pêdana çkan ji aliyê Rûsya bi Dîmeşqê û biryara Yekîtiya Ewrûpa bo rakirina dorpêça pêdana çekan bi opozisyonê Karayilan aşkere kir ku li Sûriye êdî tu alî nikarin bi çekan arîşeyan çareser bikin û daxwaz kir ku bi rêya diyalog û gotûbêjan aloziya wî welatî çareser bikin.
Xendan
