• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sûriye: Divê Erdogan îstifa bike

Sûriye: Divê Erdogan îstifa bike
Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê gûnehbar kir ku li dijî xwepêşanderên li Parka Gezî ya Stenbolê şiddet bikaraniye û daxwaza îstifayê ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kir.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li hemberî xirabkirina Parka Gezî ya li Taksîma Stenbolê dom dikin. Piştî Ewrûpa, Amerîka û gelek welatên din ên cîhanê, Sûriye jî beşdarî nerazîbûnan bû.

Sûriyê, Tirkiye bi wê yekê tometbar kir ku li dijî xwepêşderên aştiyane yên Parka Gezî şiddetê bikartîne.

Di malpera rojnameya New York Times a Amerîkî de cih tê dayîna daxuyaniya wezîrê enformasyonê yê Sûriyê Orman Zoabî û derbarê xwepêşandanên li Stenbol û Tirkiyê de wiha dibêje: “Gelê Tirkiyê şiddetekî wisa heq nekiriye. Ger Erdogan siyasetek bêyî şiddetê bikarneyne, divê îstifa bike.”

Duh wezîrê navxwe yê Tirkiyê Mûammer Gûler li ser bûyerên Taksîmê daxuyaniyek da. Gûler diyar kir ku li 48 bajaran zêdetirî 90 xwepêşandan hatine lidarxistin. Gûler bilêv kir ku di xwepêşandanan de 939 kes hatine binçavkirin, îfadeya hinekan temam bûye û hatine berdan. Gûler destnîşan kir ku di bûyeran de 26 hêzên ewlekariyê û 53 welatî birîndar bûne.

Rudaw
Top