Îran: Li Kirmanê 7 kes ji ber vexwarina alkola sexte mirin
Li gorî ajansên nûçeyan ên îranî, ji roja çarşemab borî (29.05.2013) ve li bajarên Refsencan, Sîrcan, Kirman û hinek deverên din ên parêzgeha Kirmanê gelek kes ji ber vexwarina alkola sexte jehrî bibûn.
Li gorî amarîn dawî, heta niha 7 kes mirine û 359 kes jî jehrî bûne û rakirine nexweşxanê. Tê gotin hinek kes jî ji ber vexwarina alkola sexte kor bûne.
Jêderekî ji nexweşxaneya bajarê Refsencanê ji ajansa ÎSNA ya îranî re ragihand, hinek ji mexdûrên alkola sexte niha di beşa ICU ya nexweşxanê de ne û hinek jî di komayê de ne.
Ji aliyekî din wezareta tenduristiya Îranê jî ragihand, ji ber ku nirxa dolar û diraf li Îranê biha bûye hinek kes alkola sexte çêdikin û bi navê alkola baş difroşin xelkê û ev jî dibe sedema bûyerên wiha.
Fermandeyê polîsê Îranê Îsmaîl Ehmedî Muqedem jî diyar kir ku derheqê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine û da zanîn, heta niha 2 kes ji ber bûyerê hatine girtin.
Rudaw
