• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bila Kurd Hilbijartinên Îranê Baykut Bikin

Bila Kurd Hilbijartinên Îranê Baykut Bikin
Serokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê Qadirî Xendereş dibêje ku hilbijartin di sîstema Komara Îslamî ya Îranê de bitenê xapandin e û rêberên Îranê dixwazin jibo cîhanê nîşan bidin ku demokrasî li Îranê heye.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Xendereş got ku hilbijartin bê bandor dibe û her kî bibe serokê Îranê, sîyaset û rêbaza Komara Îslamî her wek xwe dimînin.

Birêz Xendereş herwiha got ku “em hilbijartina Îranê boykot dikin û gerek Kurd bi giştî wê hilbijartinê boykot bikin.”

Biryar e ku roja 14’ê Hezîranê hilbijartina serokatî li Îranê birêve biçe.
Top