Konsolosê Tirkiyeyê Xatira Xwe Ji Nêçîrvan Barzanî Xwest
Di destpêka hevdîtinê de Konsolosê Tirkiyeyê ragihand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Serokwezîrê Kurdistanê ye jiber ku, weke Konsolosê Tirkiyeyê dema erkdariya vî li Kurdistanê de bi dawî hatiye.
Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşiyên hikûmeta Kurdistanê pêşkêşînav hatî kir û ragihand ku, di dema erkdariya xwe de bo bihêztir kirina peyvendiyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de roleke gelek girîng lîstiye.
Serokwezîrê Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Konsolosê Tirkiyeyê re xwest û daxwaz jî kir ku, hertim weke dostê Gelê Kurd bimîne.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Aydîn Selcen jî spasiyên xwe û Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê gelek hevkariya wan kiriye û gelek kêfxweşe ku, çend salek li Kurdistanê de kar kiriye.
Çavkanî eşkere kir ku, di warê bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de rola Nêçîrvan Barzanî roleke gelek girînge û destpêşxeriyên vî yên siyasî bûne sedema arambûna rewşa Deverê û herwiha bihêztir bûna peyvendiyên navbera her du aliyan.
