• Wednesday, 11 February 2026
logo

‘Hevpeymaniya opozîsiyonê û PYDê gotûbêjan dikin'

‘Hevpeymaniya opozîsiyonê û PYDê gotûbêjan dikin'
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsiyona Sûriyê Ehmed Remezan eşkere kir ku ew têkiliyê bi PYD re dikin daku tevlî hevpeymaniyê bibin. Hevserokê PYDê jî vê yekê red dike.

Ehmed Remezan ji Rûdawê re got: “Têkilî di navbera hevpeymaniya Opozîsiyonê û PYD de hene daku ew tevlî hevpeymaniyê bibin”`
Remezan diyar kir ku serkeftina wan têkiliyan girêdayî guhartina helwesta siyasî ya PYDê ya li hember şoreşê ye.

Remezan girêdayî Îxwan Muslimîn an e û bal kişand ku niha helwesta PYDê ji şoreşê hatiye guhartin û wiha got: “Lewra hevpeymaniya opozîsiyonê dest bi gotûbêjan digel wê partiyê kiriye.”

Ehmed Remezan herwiha got: “Di civîna bê ya hevpeymaniyê de wê pirsa zêdekirina nûnerê kurdan di nava hevpeymaniyê de bê gotûbêjkirin û bi baweriyê min hemû razî ne hejmara kurdan bê zêdekirin.”

Hevserokê PYDê Salih Mûslim ji Rûdawê re ragihand ku tu têkilî di navbera wan û Hevpeymaniya Opozîsiyonê de nîne.

Salih Muslim tekez kir ku ew wek PYD tevlî hevpeymaniyê nabin û eger tevlîbûnek hebe wê bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) be.

Rudaw
Top