Ji ber bûyerên Taksîmê 939 kes hatin binçavkirin
Ji ber xirabkirina Parka Gezî ya Taksîmê, 6 rojan li ber parkê xwepêşandan ji aliyê welatiyan ve hatin lidarxistin. Her roj xwepêşander rastî êrişa polîsan a bi gazê û ava şid dihatin. Duh bi şev bûyerên li Taksîmê bi dawî bûn.
Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Mûammer Gûler li ser bûyerên Taksîmê daxuyaniyek da. Gûler diyar kir ku li 48 bajaran zêdetirî 90 xwepêşandan hatine lidarxistin. Gûler bilêv kir ku di xwepêşandanan de 939 kes hatine binçavkirin, îfadeya hinekan temam bûye û hatine berdan. Gûler destnîşan kir ku di bûyeran de 26 hêzên ewlekariyê û 53 welatî birîndar bûne.
Rudaw
